Rêxistinên Kurd Li Bakurê Almanya û Başûrê Danîmarkayê Civîna Şêwr, û hemahengîyê Lidar Dixînin
Di 13’ê Tîrmeha 2025’an de,
rêxistin û komelyên Kurd ji Bakurê Almanya û Başûrê
Danîmarkayê dê li Flensburgê ji bo civîneke şêwr, gengeşe û hemahengîyê kom bibin, bi armanca xurtkirina hevkariyê û pêşxistina danûstandinan.
Di civînê de nûnerên 12 heta 20 rêxistin û komelyên Kurd ên çandî, civakî û perwerdehiyê dê amade bibin.
Mijarên sereke yên civînê ev in: gotûbêjkirina kêşe û derfetên hevpar, lêgerîna derfetên paredarkirinê, û pêşniyara damezrandina komîteyeke hemahengiyê ya
hevpar.
Civîn dê her weha balê bikişîne ser avakirina komên ragihandinê yên hevpar ji bo zêdekirina hevkariyê.
Tê çaverêkirin ku ev bûyer bibe sedema avakirina komîteyeke hemahengiyê ya demkî, damezrandina torên ragihandinê yên bi bandor, û pêşxistina planên ji bo hevkariyên çandî û civakî yên pêşerojê.
çalakî û Bûyer didomin bi R-Events re.
Me bişopînin li ser:

No comment